Tevgera Azadiya Jinên Êzidî-(TAJÊ, di 8ê Adara 2024’an de, bi dirûşmeya, ‘Li dijî qirkirinê bibe dengê xweparastinê’ pêngavek dad destpêkirin.

Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Ferîde Şingalî, derbarê pengavê de ji ajansa Rojnewsê re axivî û got; Ev pêngava me, hem di asta Iraqê de, hem jî di asta gerdûnî de piştgirî dibîne. Em hewl didin bi vê pêngavê têkoşîna jinên Êzidî bi cîhanê bidin naskirin, jenosîda Êzidiyan bidin qebûlkirin û Rêveberiya Xweser a Şingalê, hêzên xwe yên parastinê di asta cîhanê were naskirin.

Heta niha 15 rêxistinên jin yên Iraqî piştgiriyê didin kampanya wan. Lê ne bes e, hinek dewletên Ewropa jenosîda Şingalê naskirin, lê divê hemû welat jenosîda Êzidiyan nas bikin û Xweseriya Şingalê jî qebûl bikin.

Lê dijminê me yê sereke Dewleta Tirk bi awayekî domdarî êrîşî Şingalê dike. Mixabin Ira jî di navde hemû cîhan bêdenge.

Biqasî dewleta Tirk a dagirker, PDKe jî êrîşî civaka Êzîdî dike. Ji xwe PDKe di êîrşa çetyeên DAIŞê de suc dkiriye û divê hesabê fermanê ji PDK’ê were pirsîn.

Feride şingalî herî dawî got; Ji bo ku em dengê xwe bigînin cihanê, em ê li ser medya dîjîtal xebateke Hasthtagê bidin destpêkirin. Emê bi vê xebatê pêngava xwe bidin naskirin. Divê her kes xwe di ber vê xebata Hashtagê de berpirsiyar bibînin û TAJÊ bidin naskirin. Pêwîste hemû endamên TAJÊ jî çalak tevlî xebatê bibin.