Ev sernavê nûçeşîroveya Navenda Nûçeyan ya ANFê ye û dibêje;

Evîn, di 1ê Adara 1994an de hate dinyayê. Ew keça Newrozê bû. Ew bû Evîna Newrozê. Newroz jî bû evîna wê.

Salên 1994’an ji bo têkoşîna Azadiya Kurdistanê girîng bû. Şerê azadiyê li Kurdistan û Tirkiyê pêl bi pêl belav dibû.

Di wan salan de, malbatan nikaribûn navên kurdî li zarokên xwe bikin.

Dayika Evîn, jineke têkoşêr bû û navê “Evîn” li keça xwe kir û fermî da nivîsandin.

Diya wê di roportajekê de digot; Min zarokek li pişta xwe dikir, yek jî di destê min de û diçûme çalakiyan.

Evîn bi çîrokên şoreşgerî mezin bû.

Piştre jî bû şahidê girtin û êşkence kirina bavê xwe.

Te di ciwantiya xwe de got ev ne qeder e.

Te serî rakir û xwest weke jineke azad, weke Kurdeke azad bijî.

Tu hatî binçavkirin, hatî girtin û di zindanan de mayî, te her cûre heqaret û lêdana polîsan dît.

Sala 2012an te biryar da û te berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Te navê Hebûn Argeş li xwe kir. Te dixwest hebûna te bibe azadiya Kurdistanê.

Rawestgeha te ya dawî Xarpêt bû.

Te li çiyayên Kurdistanê gelek şervanên azadiyê naskirin.

Canda Welat, Delîl Botan û Serxwebûn Hanî hin ji wan bûn.

Li navçeya Aricak ya Xarpêtê di navbera Gerilla û leşkerên Tirk de şer derket.

Di 2’ê Cotmehê de Gerilla Canda Welat, Delîl Botan, Serxwebûn û Hebûn Argeş şehîd bûn.

Te careke din fêhm kir, jiyan ji Kurdan re nîne.

Ji bilî têkoşînê tu riyên din nîne.

18 salan te têkoşîn kir. 18 sal bûne hebûn û çîroka destanî ya jiyana te.

Te, li pey xwe destan hiştin. Te li pey xwe baweriyeke mezin hîşt.

Diya te, bavê te, xwişk û birayên te, hemû xizm û nas, gelê Kurd herkes bi te serbilind e.

Diya te dibêje; “Keça min riya azadiyê hilbijart û di vê riyê de canê xwe feda kir.

Ji bo xeyalên wê pêk bên, em ê her dem têkoşinê bikin.”

Evîn, tu bûyî Hebûna Kurdistanê.