Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, dazanîn ku dewleta Tirkiyê dewletek faşîst û dagirker e û got; Dixwazin bi navê Kurd û Kurdistanê tiştekî li holê nehêlin.
Cemil Bayik got; Avakirina civakeke demokratîk bi azadiya jin, bi zanebûna têkoşîna îdeolojîk dibe. Bêguman karekî wisa ne hêsa ye û têkoşîn divê.
Eger ku tu hem jinê, hem ekolojiyê esas negire, zanebûna wê, rêxistiniya wê, têkoşîna wê bi pêş nexe, tu nikare civakek demokratîk ava bike.
Gelê Kurd gelê ku li xwezayê jiyan dikê ye. Gelê Kurd xweza esas girtiye û jiyana xwe bi rêkûpêk kiriye.
Dewleta Tirkiyê bê sînor talaneke mezin li Kurdistanê dike. Derfetên jiyanê ji holê radike. Armanc jî tunekirina gelê Kurd e. Dixwazin Kurdistanê vala bikin. Eger Kurdistanê ji mirovan vala bikin, jiyanê ji dest Kurdan digirin û wê demografiya Kurdistanê biguherin.
Li Şirnexê, li Gabar, li Colemêrg, li Dêrsim talana ku çêdibin bê sînor in.
Niha li Colemêrgê li Marînosê gel li dijî talanê radiweste. Ez wan pîroz dikim. Lazim e gelê me li her cihî weke gundiyên Marînosê li erdê xwe, li cografya xwe, li nirxên xwe, li jiyana xwe xwedî derkeve.
Dewleta Tirkiyê dixwaze Kurdistanê bike warekî xwe. Divê Kurd li warê xwe xwedî derkeve,.
Dibêje, heta niha PKK nehişt ku ev maden bê derxistin, ev dewlemendî bê derxistin, bixin xizmeta xwe û we.
Ev derew û demagojiyek mezin e. Dixwazin civaka Tirkiyê bixapînin û li dijî PKK’ê li dijî Kurdan bixin nava tevgerê.
Beriya ku PKKe hebe jî gelê Kurd qirdikirin.
Li Tirkiyê birçîbûn heye. Pirsgirêk pir ciddî ye. Ev rewşa xerab, encama siyaseta dewleta Tirkiyê ya li ser Kurdan e. Talan dike, şer dike, her tiştî dixe xizmeta şer û talanê.
Lazim e gelê Tirkiyê van rastiyan bibîne û qebul neke û li bi îradeya xwe xwedî derkevê û ligel hêzên demokratîk û azadîxwaz têkoşîna xwee xurt bike.