Nêrzîbûnên civaka Êzidî yên li hember hewldana vegera Qeymeqamê Şengalê yê PDK’yî Mehma Xelîl û endamên meclîsa bajarê Şengalê ku du caran Şengalê terk kirine berdewam dike. Gelê Şengalê bi daxwaznameyeke fermî ragihandin ku ew Mehma Xelîl û endamên meclîsa Şengalê yên ser bi PDK’ê li Şengalê naxwazin û dibêjin, ew ne ji bo xizmetkirinê ji bo têkdana aramiya Şengalê vedigerin.

Endamê Rêveberiya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Mûrad Qasim destnîşan kir ku Şengal ne Şengala berê fermanêye kî dihat li gorî xwe birêve dibir û got, “Eger gel rêveberiyek (îdare) nexwaze, wê demê mafê ti kesî nîne xwe bi zorê li ser gel ferz bike. Gelê me êdî ne weke berêye, bixwe dikare xwe birêve bibe. Ti aliyeke siyasî nikare mîna berê dikir, niha jî li gorî berjewendiyên xwe nêzî Şengalê bibe.”  

Mûrad diyar kir ku ev rêveberiya ku niha dixwaze careke din vegere Şengalê, beriya fermanê jî li Şengalê bûn, lê ti xizmetek ji bo gel nekirin û çûn. Mûrad di dewama axaftina xwede wiha got, “Êdî gel vêya ferq kiriye, ji ber vê yekê hebûna wan li Şengalê qebûl nakin. Eger birastî jî armanca wan xizmetkirina ji gel reye wê demê çima xwe bi aliyeke siyasî ve girê didin? Dema Hikûmeta Iraqê hate Şengalê ew ji ber hêzên Iraqê reviyan. Lê em dizanin ku yên dixwazin xizmetê ji gel re bikin, her timî di nava gel de ne.”

Qasim Mûrad îşaret bi girîngiya xwe rêxistinkirina Êzidiyan li hember êrîşan jî kir û wiha pêde çû, “Ji ber gelê Êzidî berê pişta xwe dida hinek aliyên siyasî, rûberûyê qirkirina herî mezin hat. Weke min berê niha jî got, êdî hêza xweparastinê, sazî û rêxistinên civaka Êzidî heye. Lewma kes nikare desthilatdariyê li ser Êzidiyan bike.”

Ji bo çareserkirina pirsgirêka meclîsa bajêr û qeymeqam jî Mûrad wiha axivî, “Gel baştir dizane kî dikare xizmetê ji wan re bike. Ji ber vê eger gel rêveberiya xwe bixwe hilbijêre, wê ev krîz jî çareser bibe.”