Mazlûm Sert piştî pîrozbahiya Newroza li Îzmîrê bi îdiayên “Propaganda rêxistinê kiriye” û “li ber polîsan rabûye” tê binçavkirin û di 17’ê adarê de bi hinceta “li dijî polîsan derketiye” tê girtin.
Hat zanîn ku Mazlûm Sert di qawîşa girtiyên edlî de tê ragirtin, daxwaza wî ya çûna cem girtiyên siyasî hatiye redkirin.
Xwişka Mazlum, Bêrîtan Sert diyar kir ku birayê wê bi sepanên kêfî û bipêkirinên mafan re rû bi rû maye û got: Heke tiştek were serê birayê wê îdareya girtîgehê jê berpirsiyar e.
Sert da zanîn ku dema birayê wê birine Girtîgeha Menemenê du hefteyan agahî jê negirtine û got:
“Mafê wî yê ragihandinê binpê kirine. Di qawîşa 14 kesî de 30 kes dimînin. Li erdê li ser nivînên qirêj radikevin. Ev sepan li dijî mirovî ne. Ev nêzîkatî nayên qebûlkirin.”
Beritan xwest rêxistinên mafên mirovan jî div ê mijarê de tişta dikeve ser milê wan bikin.”