Dewleta Tirk a dagirker ‘Cezayên Dîsplînêˊ yên din li dijî Rêber Apo birîn, ku parêzer û malbat heta 6 meh din nikaribin Rêber Apo bibînin.

Ji 25ˊê Adara 2021ˊê ve tu agahî ji Rêber Apo naye girtin.

Li Dêra Zorê li hemberî tecrîd û cezayê dîsîplînê yên dan Rêber Apo çalakî pêkhat.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê Sîham Silêman got ;

Rêber Apo ji ber tevahî gelên azadîxwaz ve tê dikoşe û wî banga azadiya jinan kir. Ruxmî hemû zehmetiyên ji 25 salan ve li dijî Rêber Apo li Îmraliyê tên ferzkirin jî, hîna dewleta Tirk sûcên xwe dewam dike.

Ev kiryarekî nerewa ye. Dive dewleta Tirk van kiryarên derqanûnî û bihaneyên ku bi rêya wan rê li ber hevdîtina Rêbertî bi parêzer û malbatê re digire, rawestîne.

Em tevgerên jinan bang dikin ku tecrîda li dijî Rêbertî bi dawî be.

Bi saya Rêbertî herêm hat rizgarkirin.

Welatiyê bi navê Omer El Elî jî got:

Em xelkê Dêrazorê bang dikin tecîrda li ser Rêbertî bi dawî be û bi fîzîkî azad be.

Rêber Apo yekane kesê ku fikra neteweya demokratîk nîşanî me daye, destek da biratiya gelan û jiyana hevbeş.

Divê dewleta Tirk dan û standineke wiha bi Rêbertî re neke.”

Çalakiyek jî li Reqa bi pêşengiya ciwanên şoreşger pêkhat.

Meşa li qada agurkujiyê destpêkir heta navenda ciwanan dewam kir, hevseroka tevgera ciwanên şoreşger a Sûrî ya Reqa Lutfiye Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

Em Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê soz didin Rêber Apo heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe û gihandina fikrên wî yên azad ji bo tevahî gelan ranawestin.

Bi heman armancê li Minbicê jî bi pêşengiya tevgera ciwanên şoreşger meş hat li darxistin.

Ji bilî tevgera ciwanan, partiyên siyasî, meclisên sivîl, endamên rêveberiya xweser û desteya ciwanan û werzîşê jî beşdar bûn.

Di çalakiyê de hate gotin:

Îro xelkê Kantona Minbicê li hemberî kiryarên li ser Rêber Apo serî hildidin. Fikrê Rêbertî em ji teror, desthilatdarî û kapîtalîzmê xelas kirin. Em cezayên dewleta Tirk a dagirker ên ên li hember Rêber Apo şermezar dikin.

Bi têkoşîn û berxwedana xwe em ê dîwarê Îmraliyê hilweşînin. Bi fikrê Rêber Apo em ê azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin û xwe ji bo wî feda bikin.