Welatiyên Silêmaniyê diyar kirin ku di vê demê de ji bo gelê Kurd yekîtiya neteweyî pêwîsityeke û gotin ku Kurd bi yekîtiyê mezin dibin. Herwiha eşkere kirin ku di vê qonaxê de Kurd fatureya nebûna yekîtiyê didin.

Civata Giştî ya 18. a Kongreya Netewî ya Kurdistanê di 26-28’ê Cotmehê de bi dirûşmeya, ”Bi Armanca diyalog û Aştiya navxweyî” li Holanda pêk hat. Di civatê de rewşa giştî ya Kurdistanê û yekîtiya neteweyî hate destgirtin. Di vê çarçoveyê de welatiyên Silêmaniyê ji ajansa Rojnews’ê re qala girîngiya yekîtiya neteweyî û lidarxistina kongreya neteweyî kirin.

Aktîvîst Newzad Salih diyar kir ku Kongreya Neteweyî ya Kurd di vê qonaxê de, gelek girîng e û wiha got; “: “Pêwîste hêzên siyasî, rêvebirên siyasî yên Kurd û kesayetên Kurd ji bo lidarxistina kongreya neteweyî pêşengiyê bikin.”

Newzad Salih da zanîn ku divê ji bo lidarxistina kongreya neteweyî nêrîna hemû hêzên Kurd were girtin û got; “Pêwîst nake ji bo kongreya neteweyî ji bo hêzekî rawestin. Ji be ku niha pêwîstiya Kurdistanê bi kongreya neteweyî heye. Kongreya Neteweyî ya Kurd xwedî hêza biryardayîna li ser herçar parçeyên Kurdistanê. Niha tevahiya Kurdistanê li jêr gefan û metirsiyan de ye. Erka rewşenbîr û akademîsyenên Kurde girîngiyê bidin vê kongreyê. Ji bo ku kongre bikare tevahiya mafên gelê Kurd biparêze.”

Hunermend Enwer Qeredaxî diyar kir ku futeya ku heta niha gelê Kurd dide ji ber nebûna yekîtiya neteweyî ye û wiha axivî; “Me destê hev negirtiye û em li gel bîr û baweriya hev nêzîk nebûne. Em nêzî pêwîstiyên neteweya xwe nebûne. Divê em ji bo parastina mafên xwe yek helwest bîn. Ev parçebûna ku îro di nava me de heye ziyanê digihîne. Eger wiha biçe wê ziyana wê zêdetir be.”

Enwer Qeredaxî eşkere kir ku bi yekgirtinê wê Kurd mezin bibin û wiha domand; “Bi yekgirtinê wê bîr û ramên me têkel bibin û emê xurtir bibîn. Em ê bi hêztir bibîn. Wê îspatkirina me bihêztir bibe. Divî warî de erka hunermendan ji girînge, divê hunermend jî bikarin bi hev re kar bikin. Di nava ruhê hev de têkel bibin.”

Sekreterê Şaxê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê ya Silêmaniyê Karwan Enwer da zanîn ku heta niha ji ber destên derve kongreya neteweyî pêk nayê û got; “Rêveberên me nikarin kar bikin ku Kurdan jî weke neteweyên din li ser astekî bilind kongreyek hebin. Niha dem hatiye ku nemînin li benda destê dagirkeran. Kurdan jî weke her neteweyekê mafê wan heye, giyanek hebe.”

Karwan Enwer nebûna yekîtî û ruhê neteweyî ya di medya û hunerê de rexne kir û derbirî ku kongreya neteweyî bi partiyek yan ji du partiyan pêk nayê û got ku divê Kurd yekîtiya neteweyî çêbikin.

Çavkanî RojNews