Di dîmenên meha Gulana 2024’an de kêliyên ku artêşa Tirk a dagirker li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê sûcê şer dike, careke din hatin belgekirin.

Ji ber tundiya teqîna teqemeniyên qedexekirî ewrê tozê û kevir bi sedan metreyan li hawîrdorê belav dibe û ber bi asîmanan ve bilind dibe.

Tevî ku êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên bi teqemeniyên qedexe û çekên kîmyewî gelek caran hatine belgekirin jî, saziyên navneteweyî ji nedîtî ve tên.

Dîmen û belgeyên teqemeniyên qedexekirî yên artêşa Tirk a dagirker di salên 2021, 2022 û 2023’yan de gelek caran di ajansa me ANF’ê de hatin weşandin.