Înîsiyatîfa ‘Azadî ji Ocalan re, çareserî ji Pirsgirêka Kurd re’ bang li saziya Konseya Ewropayê CPT’yê kir ku erka xwe ya parastina mafên mirovan bi cih bîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di 3’ê Gulanê de ji bo muwekîlên me 6 meh qedexeya hevdîtina parêzeran hatiye ragihandin.

Derbarê biryarê de jî tu hincet nehatiye nîşandan.

Daxuyaniya înîsiyastîfê wiha didome;

“Ev qedexeya dawî di nava 8 salên de, cara 13’an e ku li Ocalan tê birîn.

Ji Sibata 2018’an û vir ve ev qedexe 6 mehan carekê tê nûkirin.

Tevî van qedexeyan serdanên malbatê jî asteng dikin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku Rêber Apo di navbera dewleta Tirk û Kurdan de mifteya aştiyê ye.

Tevî nerazîbûnan jî CPT rapora xwe ya derbarê Îmraliyê de eşkere nekiriye.

Ji ber vê yekê CPT pêbaweriya xwe winda dike.

Çend xalên sereke yên daxuyaniyê wiha ne:

-Em astengiyên neheq û neqanûnî yên li ser hevdîtina parêzerên rêber Apo û mafê wî yê ragihandinê şermezar dikin.

-Careke din bang li CPT’yê dikin ku saziya Konseya Ewropayê ye; heyetekê bişîne Girava Îmraliyê.

-Divê rêz ji mafê parêzeran û malbatê re were girtin û qedexeyên keyfî yên li ser hevdîtinan bên rakirin.

-Bi bêdengiya xwe CPT dibe şirîka siyaseta dewleta tirk a tecrîd, êşkence û muameleya xerab a li ser rêber Apo.