Ji dayikên Nobeta Edaletê, Afîfe Kartal diyar kir ku 2 meh in nikare kurê xwe yê girtî Mûhammed Kartal bibîne û got;

Divê em li mala xwe rûnenên, dengê xwe bilind bikin.

Dayika Afîfe, dazanîn ku ew hemû girtiyên siyasî weke ewladê xwe dibîne û got,

Em neçar in dengê wan bibihîzin û dengê wan bigihînin her derê.

Em agahiyan ji zarokên xwe nagirin, 3 sal derbas bûn, agahî ji rêber Apo nayê girtin.

Divê tecrîda li ser Rêber Apo tavilê bi dawî bibe.

Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Girtî li girtîgehê jî ji bo azadiya me li ber xwe didin, di rewşeke bi vî rengî de em çawa dikarin li malê rûnên?

Divê xizmên girtiyan hemû bên û tevlî dengê me bibin.

Em nikarin alavan ji zarokên xwe bişînin, dema ku em dişînin jî nadin wan. Li me vedigerînin.

Dayika Afîfe diyar kir ku kurê wê beriya destpêkirina çalakiyê nameyek ji wan re şiyand û got;

Ew name beriya 10 rojan gihîşt destên min.

Bifikirin ku dema agahî ji Îmraliyê dihat, bêhn dihate ber gelê Kurd û tevahiya gelên li Tirkiyê. Rêber Apo hêviya vî welatî ye.

Divê Kurd, weke sala 2019 dakevin qadan. Êdî bes e, her roj, bombeyan li çiya û deştên me dibarînin.

Gelê me şehîd dikin, gundên me dişewitînin. Em ji bo xaka xwe, ji bo girtiyên xwe dakevin qadan

Eger em rabin ser priyan em ê tecrîdê bişikînin.

Em naxwazin êdî xwîn birije. Banga min li her kesî ye; em ji bo aştî û azadiyê têkoşinê bikin, em bibin dengê girtiyên xwe.”