Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) li avahiyeke navçeya Sûr a Amedê bi tevlibûna sedan kesan 4’emîn Kongreya Asayî li dar xist.

Di kongreyê de pankartên “Ji girtiyên nexweş re azadî”, “Ji girtiyên jin re azadî” û “Heya tecrîd bê şikandin emê meşa xwe ya azadiyê bidomînin” hatin daliqandin.

Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat di kongreyê de axivî û bal kişand ser welatiyê bi navê Mehmet Yildirim ê li navçeya Liceyê hate qetilkirin û ev yek şermezar kir.

Kerem Canpolat behsa têkoşîna li zindanan jî kir û diyar kir ku girtiyên siyasî ji bo pêşeroja wan li ber xwe didin û divê ew jî li wan xwedî derkevin.

Kerem, da zanîn ku ji Rêber Abdullah Ocalan tu agahiyan nagirin û çalakiyên li welat û derveyî welat tên lidarxistin bi bîr xist, anî ziman ku çalakiya li girtîgehan ji bo wan tevan rexneyek e.

Ji dayikên di çalakiya Nobeta Edaletê de Edalet Afîfe Kartal jî diyar kir ku divê ew bi têkoşîna xwe tecrîdê bi dawî bikin û got:

“Heta dawiya emrê xwe emê li dû doza zarokên xwe bin. Em tevek di tecrîdê de ne û divê em xwedî li çalakiyan derkevin. Xwedî li zindanan derbikevin da ku darbest jê dernekevin.”

Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç jî yek ji beşdaran bû. Di serî de Rêber Abdullah Ocalan û hemû girtî silav kirin û got wê xwedî li keda girtiyan derkevin.

Mehmet Emîn, da zanîn ku dê di 9’ê hezîranê de li Eywana Dawetan a Kaplan City ya li navçeya Peyasê bi malbatên girtiyan re bicivin û banga tevlibûnê kir.

Piştî axaftinan raporên xebatan hatin xwendin û rêveberiya nû hate diyarkirin.

Yeter Eren Tuna, Cîhan çîçeklî, Azad kaya, Încî Guler Altindal, Nerîman Aydin, Eşref Yaşa, Mizbah Mûnar, Nûriye Kaya, Şaban Yegîn, Mehmet Ayder, Ferhat Koçeroglû, Huseyîn Okkan, Remziye Odungît, Alî Riza Kiyar, Osman Bulent Guler û Bekir Aydin weke rêveberiya nû hatin destnîşankirin.

Hevserokên nû dê di rojên pêş de ji hêla rêveberiya nû ve bên ragihandin.