Li Reqayê, di mîhrîcana propagendeya hilbijtinê de, Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê Kewser Doko axivî û Sûriye di vê qonaxek nû re derbas dibe. Em ê bi hilbijartinên demokratîk şanî cîhanê bidin û dahatuya Suriye di qebûlkirina sîstema Rojava de ye.
Li Hesekê jî, mîhrîcana ji bo hilbijartinê li Parka Serdemê hate pêkanîn.
Endamê Tifaqê Berwîn Yûsiv axivî û got: “Divê gelên herêmê berê xwe bidin sendogan da ku projeya me ya demokratîk bi ser bikeve.
Li Minbicê jî, mîhrîcana propagandeya hilbijartinê hate pêkanîn û hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid El Hamid El Mihbaş axivî û got:Ev qonaxa hilbijartinan girîng e. Pêdivî bi hewldan û keda zêde heye ku pêşketin misoger bibe û mafên tevahî pêkhateyan pêk bê.
Li Qamişlo, li Parka Azadî mihricana hilbijartinê hate pêkanîn.
Hevseroka PYDê Asya Ebdullah axivî û got: Ev hilbijartin destkeftiyeke dîrokî ya gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriye ye. Berdewama têkoşîna dîrokî ya pêkhateyên herêmê û fedakariya bi hezaran keç û xortên wê ye.”
Pişrtî axaftinan namzetên Tifaqê yên şaredariyên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Til Koçer, Til Hemîs û şaredariyên herêmê ku bi giştî 66 namzetên 33 şaredariyan ne hatin diyarkirin.
Li kantona Firatê jî, mîhrîcana propagandeya hilbijartinê li Qada Şehîd Egîd ya Kobanê hate pêkanîn.
Di mîhrîcana de, Tifaqê namzetên xwe yên şaredariyên kantonê dan nasîn.