Kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî yên artêşa Tirk a dagirker ji aliyê gerîlayên HP-YJA Star ve hatin desteserkirin.

Ev teqemenî li hemberî tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl dihatin karanîn.

Gerîlayeke YJA Starê diyar kir ku wan teqemeniyên ku li dijî tunelên berxwedanê hatine bikaranîn, desteser kirine û qala bandora van teqemeniyan kir.

Gerîlaya YJA Starê anî ziman ku têkildarî têkeliya teqemeniyê wê tiştekî zelal nebêjin û got ku bandora wê û bêhna wê pir giran e.

Ji xeynî teqemeniyên cuda, teqemeniyên ku li ser “TERMOBARÎK (TBX)” jî hatine nivîsîn, hatine desteserkirin.

Dîmenên ku têkildarî teqemeniyan hatine kişandin jî, îşaret bi sûcên şer dike. Dîmenên ku ji qad û aliyên cuda ve hatine kişandin, kêliya teqînê û şopên wê yên piştre nîşan dide.

Di dîmenekî de diyar dibe ku piştî teqînê, bi rengekî zêde dûmana spî belavî derdorê dibin.

Ji aliyekî din ve, li lûtkeya çiyayekî ev dûman li esman kom dibin.

Di wêneyên ku gihiştine ANF’ê de jî, bombeyên bi nivîsa “TERMOBARÎK” (TBX) bi awayek vekirû xuya dikin.

Dîmen nîşan didin ku teqemeniyên termobarîk û kîmyewî, hatine bikaranîn. Bandor û bermahiyên teqemeniyê piştrast dikin ku pêlên basincê dibin sedemê germahiyeke zêde û hilweşîneke cidî.

Taybetmendiya Teqemeniyên Termobarîk (TBX): Di gelek wêneyan de etîketên bi nivîsa “Termobarîk (TBX)” diyar dibe. Teqemeniyên Termobarîk dibe sedemê teqîneke mezin û piştre pêla basincê û germahiyeke zêde çêdike. Teqemeniyên bi vî rengî, piranî li qadên girtî xwedî bandoreke hilweşîner e.

Parçe û Bermahiyên Teqemeniyan: Di gelek wêneyan de parçeyên teqemeniyekê û toza spî ya li derdora wê, dixuyê.

Blasting Cap (Serikê Teqemeniyê): Di hin wêneyan de teqemeniyeke bi nivîsa “DANGEROÛS BLASTING CAP” û mekanîzmaya gulereşandinê, tê dîtin. Serikên teqemeniyê yên bi vî rengî, ji bo amadekirina barê teqemeniya sereke, tê bikaranîn.

Bermahiyên Teqemeniyê yên ku kîmyewî di nav de: Di dîm û wêneyan de, tozeke bi rengê grî yan jî madeya kîmyewî tê dîtin. Bermahiyên bi vî rengî, nîşan didin ku teqemeniyên kîmyewî tên bikaranîn.