Rêber Apo zedeyî 25 salan e li grava Îmralî di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin.

Sê salin jî ne bi parêzerê xwe re ne jî bi malbatê re nikare hevdîtinan bike ango dibin îzolasyoneke giran deye.

Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkencê CPT jî li hember vê bêhiqûqîyê bêdenge.

Komîserê Hiqûqnasên Navneteweyî Marco Sassolî têkildarî mijarê wiha axivî:

“Tecrîd li dijî Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpa DMME’yê ye.

Her wiha mafê girtiyan e ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. ”

Prof. Sassolî bibîr xist ku beriya niha jî DMME’yê têkildarî Rêber Apo hin binpêkirinên mafan tespît kiribû û wiha got:

“Li gorî pergala Konseya Ewropayê berpirsiyariya biryardayînê aîdî Komîteya Wezîran e.”

Marco Sassolî bal kişande ser berjewendiyên di navbera Tirkiye û welatên Ewropa de û axaftina xwe wiha bidawî kir:

“Rastiyek e ku hewcedariya gelek welatan bi Tirkiyeyê heye.

Ji ber ku Tirkiye ji Ewropayê re gefa şandina 2 milyon penaberên Sûriyeyî dixwe.

Her wiha dewletên ku dixwazin mafên mirovan biparêzin jî ji ber van gefên Tirkiyeyê xwe bêdeng dikin”