Li zindanên dewleta Tirk çalakiya ji bo azadiya Rêber Apo dewam dike.
Girtî 183 rojin di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” tevî hemê êrişan li ber xwe didin.
Ji 4’ê Nîsanê ve dadgehên dewletê boykot dikin û dernakevin hevdîtinên bi malbat û telefonan.
Malbatên wan jî ji bo bibin dengê wan û daxwazên wan dest bi çalakiya “Deng Bide Azadiyê kirin”
Her hefte, li ber deriyê zindanan çalakiyê dikin.
Li Amedê malbat û xizmên girtiyan li hev kom bûn.
Dayîkan got; heya bicîhanîna daxwazên zarokên me emê dev ji têkoşînê bernedin..
Li Edeneyê jî dayikan li hev kom bûn.
Çalakgeran xwest tecrîd bi dawî bibe û Rêber Apo demildest bi parêzer û malbatê re hevdîtinê bike.
Li Batmanê jî heman çalakî hebû.
Xizmên girtiyan ên ji Sêrtê jî tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de bang li herkesî hat kirin da ku xwedî li girtiyan derkevin.
Li Îzmîrê jî malbatên girtiyan di çarçoveya çalakiyê de li hev kom bûn û daxwaza azadiyê kirin.