Girtiyê nexweş ê 72 salî Mehmet Emîn Çam ku li Girtîgeha Tîpa T a Qubîn a Êlihê tê ragirtin, di 24’ê gulanê de krîza dil derbas kir û rakirin Nexweşxaneya Herêmê ya Êlihê.

Çam, duh ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin û destûr hate dayîn ku bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike.

Lê belê destûr nedan ku malbat pê re hevdîtinê bike.

Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Sêrtê Mehmet Nûrî Ekîncî da zanîn ku li nexweşxaneyê bi Çam re hevdîtin kiriye û jê re gotiye ku 4 demarên wî xitimî ne.

Emîn Çam, piştî hevdîtina bi parêzerê xwe re dîsa şandin Girtîgeha Tîpa T a Qubînê.