Hevseroka TUHAD-FED’ê ya Amedê Eylem Bîrtane destnîşan kir ku zêdeyî 25 sal in li Îmraliyê tecrîdeke giran heye, 3 sal in jî tu agahî ji wan girtiyan nayê girtin.
Eylem got; Tecrîd li her derê bela bûye.
Girtiyên siyasî, li dijî vê sîtema suc 27’ê Mijdarê dest bi çalkiyê kirin.
Ji 4’ê Nîsanê û pê ve girtiyan çalekiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin.
Em jî weke xizmên girtiyan, ji bo bibin dengê zindanan, em ê her roja Duşemê li ber girtîgehê bi dirûşmeya ‘Bibe dengê azadiyê’ çalakiyê bikin.
Eylem Bîrtane diyar kir ku malbatên girtiyan çûne Enqerê û li ser pirsgirêka tecrîd û hemû mafên girtiyan hevdîtin kirin.
Di heman demê de li hin bajaran li ber avahiyên AKP’ê jî çalakiyên ‘Dawî li tecrîdê bînin’ kirin.
Mixabin desthilatdariya AKP/MHPê guh û çavên xwe girtine û di sucan de israr dike.
Daxuyanî ku mafê me yên demokratîk jî asteng dikin.
Ev jî tecrîd e. Di her daxuyaniya çapemeniyê de em têne dorpêçkirin, tecrîd kirin.
Banga me ji her kesî re, ji parêzvanên mafên mirovan re, ji rêxistinên civakî re ew e ku li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.
Tecrîd pirsgirêka hemû civakê ye, ne tenê ya girtiyan e.
Em nikarin agahiyê ji zindanan werbigirin.
Di demeke nêz de 2 girtiyan bi rengekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Têkildarî girtîgehan em bi fikar in.
Ji bo şikandina tecrîda li girava Îmraliyê, ji bo bêhn bê ber civakê divê em bibin yek.
Em li dijî sîstema li dijî mirovahiyê rabin, bi hev re daxwaza aştiyê bikin.
Aştî jî bi şikandina tecrîdê pêkan e.