‘Nobeda Azadiyê’ ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku di 25’ê Hezîrana 2012’an de hatibû destpêkirin di hefteya 622’an de dewam dike.

Ev çalakî her dem ji komek Kurdistaniyan ve tê bi rêveberin.

Vê heftê komek ji Kurdistaniyên bajarê Almanya Bîelefeldê nobet dewr girtin.

Di nava komê de Mûrat Cîgal, Suleyman Dûndar, Zeyde Şahîn û Şexmus Ayyildiz hene.

Berdevke Koma çalakiyê Murat Cîgal li vir axivî û got:

Em ji bo tecrîda mutlaq ya li ser rêber Apo bişkînîn em li virin.

Heya em azadiya rêberê xwe bi dest bixin em ê çalakiyen xwe bidomînin.

Murat Cîgal bal kişand ser êrişa faşîstan ya cihê nobedê jî û got:

Bila çeteyên giredayî dewlata Tirk a faşîst baş bizanin ku êrişên wan meşa me azadiyê narawestene.

Em ê li dijî van êrişan têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Li aliyê din li dijî êrişa cihê nobede gelek welatparêz û dostên Kurdan jî serdana çalekgeran kirin.

Girseya serdan kir nerazîbûn nîşanî êrişê da û got:

Em vê êrişa faşîst şermezar dikin.

Heya dawî em ê li dijî van êrişan xwedî li çalakiya azadiyê derkevin.