Dewleta Tirk a dagirker, di her kêliyê de çiya û jîngeha Herêma Kurdistanê dike armanc û çekên qedexe yên kimyewî jî di nav de, heêrmê bombarduman dike.
Ji sedema bombardumanê berhemên çandinî, sewalkarî û mêşvanî ketine bin metirsiyek mezxin.
Bi taybetî mêşvanên herêmê dibêjin, êriş û bombebaranên artêşa Tirk a dagirker metirsiyê li ser mêşên wan çêdike û pîşeyê mêşvanî û bidestxistina hingîvîn asteng dike.
Mêşvanê ji Çiyayê Qendîlê Hawkar Mihemed ji ajansa Rojnewsê re axivî û got; Em her sal mêşên xwe dibin cihên hûnik û zivistanî jî dibin cihên germ, Hem hêzên çekdar yên PDKê, li noqteyên kontrolê gelek astengiyan derdixin pêşiya me. Hem bombebaran û êrişên dewleta Tirk dibin sedema astengiyên mezin ku em li Binarê Qendîlê pîşeya xwe ya mêşvaniyê bi rehetî bikin.
Hawkar Mihemed got; Bombebaranên artêşa Tirk dibe sedema şewatê, mêş jî ji ber şewitandina mêrgan mirine Desthilaydariya herêmê jî bangên me nabîhîze. Divê êrîşên li diijî cografya herêmê werin rawestandin.
Mêşvanê bi navê Bestûn Tayfûr jî got; Ji ber bombebaranên dewleta Tirk, rewşa mêşvanên Şarbajêr, Pênciwên û Qendîlê ketiye rewşek metirsînî. Belkû ji sedî 50’yê jîngeha Kurdistanê ji ber êrişên balafirên şer yên dewleta Tirk wêran bûye.
Divê desthilatdariya Herêma Kurdistanê û desthilatdariya Iraqê, bombardumana li ser herêmê bidin rawestandin.
Li gorî daneyên Wezareta Çandinî ya desthilaydariya Herêma Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê zêdetirî 8 hezar mêşvan hene û salane di navbera 500 û 550 ton hingivîn ji bo derve tê hinardekirin.