Pedegogê Elman Profesor Georg Aûernheîmer ku heya teqawîdbûna xwe, li Fakulteya Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Kolnê weke Profesorê Perwerdeya Navçandî kar dikir, merheleya tecrîda li Îmraliyê weke ‘êşkence’ pênase kir.

Da zanîn ku tecrîda mutleq a li Îmraliyê bi ‘tu awayî nikare bê rewakirin’hewce ye Rêberê Gelê Kurd serbest were berdan.

Aûernheîmer anî ziman ku gelek serlêdanên ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re hatin redkirin, yan jî bêbersiv hatin hiştin û got,

“Dadgeriya Tirk bi dehan sal in Abdullah Ocalan di hucreyê de radigire, li gorî pîvanên navnavneteweyî ev yek êşkence ye û nayê qebûlkirin. Bi qasî ku zanim Ocalan alîgirê wê yekê ye ku di navbera Kurdan û Tirkan de aştî pêk were. Tivê tecrîd bê bidawîkirin û danûstandinên di salên 2013-2015’an de bi bîr xist.

Auerheimer Diyar got, “Rejîma heyî ya Tirkiyeyê, divê li rêya danûstandinê ya beriya bi salan bi nûnerên Kurdan re kir, vegere. Gava vê ya destpêkê jî berdana Abdullah Ocalan e.”