Tevî ku ji ber pêşketinên pîşesazî û teknolojiyê gelek amûrên veguhestinê derketine holê û şûna hêstir, ker, hêştir, hesp û mehînan girtine jî, di van salên dawî de, ciwanên devera Balekayets berê xwe didin hespan ji bo kar Û siwarbûnê. Ev dike sedem ku hespê Kurdî careke din vegere çiyayên Kurdistanê.
Erdnîgariya Balekayetiyê ku ji herêmeke dijwar û asê ya çiyayî pêk tê, di salên berê de tenê hesp û ker ji bo veguheztinê hebûn, siwarbûna hespan bûbû çandek.
Lê kevneşopî her ku diçû winda dibû. Niha ciwan kevneşopiya resen ya siwarbûna hespan jinûve zindî dikin.
Yek ji siwarhezên hespan Rêkar Ezîz derbarê û
Yûsif Aras’ê 9 salî, li devera Balekayetiyê ya herêma Soran wek siwarê herî biçûk tê nasîn hestên xwe vegotin;