Endamê konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di hevpeyvîna li gel ANF’ê hevkariya PDK bi dewleta Tirk re û rewakirina êrişên li ser gerîla nirxand

Mustafa Karasû da zanîn dewleta Tirk bi dehan sale êrişî herêmên parastî yên medyayê dike û wiha got:

Di van sê salên dawî de, êrîşên xwe zêde û berdewamî kir. Ev êrîş bi temamî hewldanên ji bo dagirkeriyê ne. Dewleta Tirk li herêma ku dagir kiriye wê ji wir neçe. Dema ku firsend dît wê hewl bide başûrê Kurdistanê tev dagir bike.

Gelekî li ser Kerkûkê disekine, Rêxistinbûna li wir dike lazime wekî amadekariya ji bo dagirkeriyê bê dîtin. Li Başîkayê baregehek ava kiriye, tevî Iraqê got dest ji wê baregehê berde, dest jê bernade. Di her firsendê de dibêje wîlayetên Mûsil û Kerkûkê di nava Mîsakî Mîlî de ne û yên wane. Rastiyeke dewleta Tirk heye ku dijminê Kurdan e û dixwaze Kurdan qir bike.

Li ser berxwedana gerîla Mustafa Karasû wiha got:

Êriş bi berfirehî dewam dikin. Li hemberî vê bi taybetî ji payîza 2023’an û vir ve berxwedaneke dîrokî tê meşandin. Derbên giran li artêşa Tirk tê xistin. Dewleta Tirk leşkerên ku nikarin şer bikin vedikişîne; li şûna wan yekîneyên nû bi cih dike. Ji ber ku nikare encamê bigire hewl dide PDK’ê tevlî şer bike. PDK li qadên nêzî yekîneyên Tirk qereqolan ava dike ku piştgiriya lojîstîkî bide wan, wan biparêze. Bi navê yekîneyên sînor ên Iraqê ku piraniya wan ji aliyê PDK’ê ve hatine tespîtkirin, dorpêç li ser gerîla zêde dikin. Mehên dawî armanca esasî ya serdanên li Bexda û Hewlêrê tasfiyekirina gerîla bû. Dewleta Tirk bi projeya rêya pêşvebirinê’ dixwaze Iraqê tevlî vê armanca xwe bike.

Mustefa Karasû da zanîn, PDK YNK dike hedef û dixwaze tevlî şerê dagirkeriyê bike û wiha domand.

Ji bo tasfiyekirina gerîla û têkoşîna azadiyê dixwazin YNK’ê bikin hevkarê êrişên xwe. Bi taybetî Dewleta Tirk û PDK di vê mijarê de hevkariyê dikin. Dixwaze êrişên dewleta Tirk ên li ser qada YNK’ê rewa bike. PDK israr dike ku dewleta Tirk zextê li ser YNK’ê zêde bike. Xiyaneta wê têrê nake, dixwaze YNK’ê jî tevlî polîtîkaya xiyanetê bike. Şerê li dijî PKK’ê weke şerê hemû hêzên siyasî û partiyên li Başûr nîşan bide.

Derbarê girîngiya li hemberî hevkariya PDK û dewleta tirk jî Mustafa Karasû wiha got:

PDK piştgiriyê dide dewleta Tirk, ji bo PKK’ê tasfiye bike. Qadên gerîla dorpêç dike, kemînan datîne pêşiya gerîla, ji bo pêşî li teqwiyeya hêzê û lojîstîkê bigire, rêyan asê dike. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê rewa dike. Artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê bi dehan baregeh ava kiriye. MÎT li Başûrê Kurdistanê li gorî dilê xwe digere, qada YNK’ê dike hedefa dewleta Tirk. Dagirkeriya li Rojava rewa dike, rêxistiniya bi navê ENKS’ê ya ser bi PDK’ê ve hevkariyê bi dagirkeran re dike. Li Şengalê hem êrişên dewleta Tirk teşwîq dike, bi îstîxbarata ku dide, dike ku fermandar û rêveberên Êzidiyan ji aliyê dewleta Tirk ve bêne qetilkirin.

Rabûna li ber xiyaneta PDK’ê, ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li çar hêlên Kurdistanê li ser xeteke rast bê meşandin gelekî girîng e. Ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd û hêza herî fedaî û mezin a dîroka Kurdistanê bigihêje asteke girîng û ji bo xwedîderketina li gerîla divê li dijî PDK’ê helwest bê nîşandan. Rabûna li ber PDK’ê ku li kêleka dewleta Tirk disekine wezîfeyeke welatparêziyê ye.