Daxuyaniya navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê wiha got:
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
Gerîlayên YJA Starê 27’ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê bi çekên çalakî kirin.
Heman rojê li qada berxwedanê ya Girê Cûdî jî bi çekên giran çalakî pêkhat.
27’ê Gulanê li girê berxwedanê yê Amediyê bi çekên giran û nîv otamatîk 2 çalakî pêkhat, yek ji wan ji aliyê YJA starê ve hat li darxistin.
28’ê Gulanê jî li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li hemberî dagirkerên dixwestin sîstema radarê bi cih bikin bi şêwazê sekvanî çalakî pêkhat, sîstema radarê hate îmhakirin.
Derbarê êrişên artêşa dewleta Tirk ên bi teqemeniyên qedexekirî jî HPG’ê got:
27 û 28’ê Gulanê
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 63 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr û 3 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî,
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 12 caran bi droneyên bombebarkirî,
28’ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Her wiha 27 û 28’ê Gulanê li herêma Qendîlê qada Karoxê carekê, li herêma Xakurê qadên Sinînê, Lolan, Girê Berbizina, Girê Şehîd Hawar 6 caran, li herêma Zapê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm carekê, li herêma Garê qadên Deşta Kafya, Zêvkê 4 caran, li herêma Metînayê qada berxwedanê ya Bêşîlî carekê; bi giştî 13 caran bi balafirên şer,
28’ê Gulanê li herêma Metînayê qada berxwedanê ya Şêlazê bi helîkopterên êriş hate bombekirin.