Parlamentera Hollandayî û Raportora Tirkiyeyê ya berê ya Yekitiya Ewropayê Katî Pîrî der barê cezayê ku doza Kobanê de li siyasetmedarên Kurd hatiye birîn axivî.
Katî Pîrî da zanîn ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên leşkerî nikare bê çareserkirin û divê diyalog dîsa bê destpêkirin û got:
Doza Kobanê bi aşkereyî pêvajoyeke siyasiye, ne dozeke hiqûqî ye. Tirkiye endamê Ewropayê ye. Dadgeha herî bilind a Ewropayê ku Tirkiyeyê jî peymanên wê îmze kiriye, got ku ev ne doza cezayê ye. Xuyaye ev biryarên siyasî ne, yanî yên ku hedef girtine girtiyên siyasî ne. Yekitiya Ewropa, Konseya Ewropa û civaka navneteweyî li dijî vê divê bertekên xurt nîşan bidin.
Katî got: Li gorî min Yekitiya Ewropayê divê ne tenê li ser berjewendiyên koçberî û bazirgaiyê be. Divê her tim piştgiriyê bide nirxan. Sedema avabûna YE’yê, têkildarî nirxên tên parastin e û ger ku ev nirx bên jibîrkirin, hûnê baweriya bixwe jî winda bikin.
Katî Pîrî bangên kurdan ên ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd bi taybetî yên Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda mutleq a li İmraliyê jî wiha şîrove kirin:
Hikûmeta Tirk salên dawî de hemû şaredar guhertin. Hilbijartina berê de gelek siyasetmedarên Kurd hatin girtin. Erdogan tu carê bi aşkera êrîşê Ocalan nekir. Ji ber ji bo diyalgê hewceyî bi Ocalan hebû. Hewceyî bi Birêz Ocalan hebû ji ber ji bo Gelê Kurd kesekî girîng e. Ji bo çarseriya pirsgirêka Kurd divê diyalog hebe. Bi leşkerî ev pirsgirêk çareser nabe. Ji bo diyalogê hewce bi dengên wek Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag heye.