Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî sîstametîk û bi piştgiriya komeleyên kendavî demografiya herêmên dagirkirî diguhere.

Herî dawî Heyva Sor a Qeterî bi hiceta `alîkariya koçber û kesên ji erdhejê zirarê dîtine` mêtingehek ji bo bicihkirina malbatên çeteyan ava kir.

Heyva Sor a Qeterî bi beşdariya şandeyên tirkî, qeterî yên payebilind li gorî bi nav kiriye “gundê herî mezin” li herêma Susinbat ê bajarê Qibêsînê yê gundewarê Helebê ava kir.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya komele û rêxistinên mirovî guhertina demografiya herêmên dagirkirî didomîne, mêtingehan ava dike û malbatên çeteyan tê de bi cih dike. Hincet jî hazir e “alîkariya koçberan û penabaran û kesên ji erdhejê zirar dîtine”.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) destnîşan kir ku 5`ê Nîsanê rêxistina “Wîfaq El Însaniye” bi piştgiriya “Erebên 48`an” di bin navê “projeya El Nûr a niştecihekirinê” de mêtingehek li bajarê Cindirêsê yê kantona Efrînê vekir.

Her wiha SOHR`ê da zanîn ku dema proje dest pê kiriye, navên koçber û malbatên çeteyan di bin benda kesên malên wan wêran bûne, hatine qeydkirin. Lê belê ev mal ên şêniyên kurd ên Cindirêsê ne.

SOHR`ê aşkera kir ku projevajî îdiaya aliyê ku ev proje li dar xistiye, şêniyên Cindirêsê yên ji erdhejê zirar dîtine tenê 6 mal di vê projeyê de bidestxist.