Yek ji îmzekarên nameya ku CPT re hatibû şandin Parêzera Brîtanî Melanie Gingell derbarê mijarê de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Anî ziman ku li tu deverê rewşek wekî ya Abdullah Ocalan nîne û got:

“Ji ber vê yekê ev rewşeke gelekî giran e.

Ev rewş ne tenê ji bo Abdullah Ocalan, ji bo gelê kurd jî êşkence ye.

Çimkî gelê kurd Ocalan, ji xwe re weke rêber û lîderê çavkaniya îlhamê dibîne.”

Melanie Gingell wiha dewam dike;

“Dibe ku Tirkiye bibêje, ‘Heke hûn raporeke neyînî bidin, em ê nehêlin li girtîgehan kontrol bikin’.

Ji ber vê yekê divê CPT hinekî wêrek be û der barê rewşa heyî ya Ocalan de me agahdar bike.”

Parêzera Brîtanî, derbarê biryarên doza Kompasê ya Kobanê de jî got;

“Bi vê helwestê ne mimkûn e ku çareseriya siyasî pêk were.

Divê her kes û ji her netewên cuda ji bo aştiya li Kurdistanê û azadiya Ocalan tiştek bike.

Ez wêrekî û berxwedana gelê kurd pîroz û silav dikim.”