Dewleta tirk polîtîkaya tecrîdkirin û tenêhiştina girtî û malbatan, bi sirgunkirinan didomîne.

Hat hînbûn ku girtiyên bi navê Hakîm Aydemîr, Mehmet Akkoyun, Naîm Çîftçî, Ridvan Ozer û Dogan Kahraman ên li Girtîgehên Hejmar T1 û T2 ên di nava Girtîgeha Kampusa Tarsusê de dihatin ragirtin, di nava 10 rojên dawî de li girtîgehên cuda de sirgunî girtîgehên cuda hatine kirin.

Hat zanîn ku girtî bêyî daxwaza xwe hatine birine û malbatên wan nehatine agahdarkirin.

Hat zanîn ku Hakim Aydemîr şandine Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê, Mehmet Akkoyun, Ridvan Ozer û Dogan Kahraman sirgunî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê û Naim Çîftçî jî sirgunî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hatiye kirin.

Sedema sirgunkirina girtiyan nehate zanîn.