Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê -OHDê ragihand ku li navçeya Stembol Arnavutkoy, taxa Îmrahorm 104 kesên ku li dijî hilweşandinê derketin bi êşkenceyê hatin binçavkirin.
OHDe, li ser medya dîjîtal agahî dan û got:
Li hemebrî ku dadgehê biryara rawestandina xerakirinê daye jî,
104 kesên ku li dijî hilweşandina li taxa Îmrahorê derketin, rastî êrîşa polîsan hatin.
Polîsan bi gaza îsotê û guleyên lastîk êrîşî gel kirin.
Muwekîkên me yên binçavkirî birin midûriyeta polîsan û rewşa hin ji wa jî giran e.
Muwekîlên me tevahiya rojê, di wesayîta binçavkirinê de hatin girtin û bi muameleya xerab re rû bi rû man.
Em qebûl nakin ku muwekîlên me bi awayekî derqanûnî bên binçavkirin û êşkence li wan were kirin.
Em pêvajoya qanûnî dişopînin!