GIRÊ SPÎ – Bi hezaran gelê Bakurê Sûriyeyê cenazeyê şehîd Sara Rifet Mistefa ku di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser gundewarên Bakurê Sûriyeyê de şehîd bû, li Goristana Şehîdan a  Girê Spî oxir kir.

Merasîm bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve dest pê kir. Paşê ji hêla hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim, hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El-Ebid, bi navê Meclisa Sûriya Demokratîk şêx Esed El-Beşîr, ji Rêveberiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Girê Spî Mizgîn Osman û bi navê malbata şehîd Sara Îbrahîm Îbrahîm ve axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Sara re hate xwestin, êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Bakurê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û bang li civaka navdewletî, rêxistinên mafê mirovan û yên mafê zarokan hate kirin ku li dijî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker bê deng nemînin û helwestên xwe diyar bikin.

Her wiha hate diyarkirin ku projeya ku Ii Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê pêkanîn armanca wê ew e ku aramî û aştî li ser xaka Sûriyeyê pêk neyê.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Sara di nava dirûşme û tilîliyan de hate oxirkirin.