Navenda Belgekirina Binpêkirinan, rapora meha Gulanê ya sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî weşand.
Di raporê de hate diyar kirin ku artêşa Tirk û çeteyên dewleta Tirk a dagirker di meha Gulanê de 30 kes li Efrîna dagikirî revandine.
Di raporê de, kiryarên artêşa Tirk û çeteyên girdêayî wê, roj bi roj hatine rêzkirine û dibêje;
Çeteyên Artêşa Nîştimanî (Polîsên Leşkerî) û artêşa Tirk, li navçeyên Cindirês, Raco, Şêra, Ezaz, Şiyê û Mabeta, li bajarok û gundên van navçeyan, jin jî dinav de, 30 kes revandin û birine cihekî nayê zanin.
Derbarê aqubeta kesên hatine revandin de jî tu agahî nayên girtin.