Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku nêzîkî 900 koçber ji kampên Silêmaniyê vegeriyane warên xwe Şengal, parêzgeha Selahedînê û alîkarî li ser wan hatiye belavkirin.

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku ji Kampa Aştî ya Silêmaniyê 872 koçber vegeriyane Şengal, bajarokê Yesrî yê girêdayî parêzgeha Selahedînê.

Wezaretê diyar kir ku ji ber vegerînê wê koçber 4 milyon dînar û kelûpelên nav malê wergirin.