Hevserokê Meclîsa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriye Ferîd Etî, têkildarî hilbijartinên şaredariyan û endamên meclîsa şaredariyan yên di 11’ê Hezîranê de ji ANF’ê re axivî.

Ferîd Etî, anî ziman ku hilbijartina herêmî, ji bo herêmê gaveke girîng e û got; Gel wê bi îradeya xwe hevşaredarên xwe û encamên meclîsa şaredariyan hilbijêre. Ev jî wê bibe destpêka serdemeke nû.

Hilbijartin têne wateya îradeya gel. Hilbijartinên şaredariyan li hemberî kesî xetere nîne. Divê Tirkiyê, dawî li van êrîşên bi kîndarî bîne.

Sîstema şaredariyan sîstemeke civakî ye û li tevahiya cîhanê ev sîstem bi vî rengî tê meşandin. Mafê gelê me ye ku nûnerên xwe hilbijêre. Ev hilbijartin, ji aliyê siyasî û civakî ve, kesî eleqedar nake. Dengdana gel wê hurmeta li demokrasiyê nîşan bide.

Divê Tirkiyê jî tehammulî demokrasiya li herêmê bike.