Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li herêma Şehîd Delîl ya Rojavayê Zapê sê caran bi teknîkek taybet li leşkerên artêşa Tirk a dagirker xistin.

Di encama çalakiyan de konteynirek û çeperek hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku hêzên Gerilla di salvegera Pêngava Dîrokî ya 1’ê Hezîranê de, li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl ya Rojavayê Zapê, li dijî dagirkeran sê çalekî kirin.

Gerilla, her sê çalekî bi teknîka taybet pêkanîn û darbeyên girna li dijmin xistin.

HPG’ê diyar kir ku, di 1’ê Hezîranê de hêzên wan, li Girê Şehîd Pirdogan û Şehîd Gelhat yên herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê li artêşa Tirk a dagirker xistine.

HPGegot: “Di van çalakiyan de teknîkek taybet hate bikaranîn; konteynirek a dagirkeran û mewziyek hatin îmhakirin.”