Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê got: Helwesta girtiyên siyasî û peyama ku didin civakê gelekî girîng e.
Zindan ew qad in ku rewşa civakê bi şênberî radixin pêş çavan.
Yên ku vê rastiyê herî zêde dibînin û kêlî bi kêlî têdikoşin, girtiyên siyasî ne.
Ji ber vê jî gotin, helwest û çalakiyên girtiyên siyasî divê ji rastiya civakî cuda neyê dîtin.
Berxwedana ku girtiyên siyasî di nava mercên zindanê de didin, bersiva herî bi wate ya li dijî zilm, faşîzm û qirkirinê ye.
KCK’ê destnîşan kir ku, girtiyên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji 27’ê Mijdara 2023’an û vir ve li dijî zexta faşîst, tecrîd û kiryarên qirkirinê li ber xwe didin.
Di serî de malbatên girtiyan, hêz û derdorên xwedî hesta berpirsiyariyê ji bo piştgiriya bi girtiyên siyasî re çalakiyên cihêreng dikin, hewl didin dengê girtiyan bidin bihîstin û bixin rojeva raya giştî.
Rejîma AKP-MHP’ê bi rengê herî giran xwe li ser zindanan ferz dike.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku mejiyê xwe mejiyê rejîma 12’ê Îlonê ya faşîst e, tecrîd û polîtîkaya êşkenceyê li girtiyan dike.
Lê belê girtî jî bi ti awayî teslîmiyetê qebûl nakin.
Berxwedana girtiyan ku zêdeyî 6 meh in dewam dike, ji bo rakirina tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo ye, ji bo misogerkirina mercên azadî, ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo ye.
Helwesta girtiyên siyasî û peyama ku bi berxwedana xwe didin, divê ji aliyê civakê ve baş bê fêhmkirin.
Sîstema Îmraliyê, zindan hemû ji bo şikandina hêviya azadiyê û tinekirina paşeroja civakê hatine avakirin.
Lewma tecrîd mutleq ya li ser Rêber Apo bûye bingeha qirkirina li dijî civakê.
Tenê bi hilweşandina vê sîstema qirker a serweran, paşeroja civakê dikare bê afirandin.
Ji ber vê jî nabe ku civak li pêşberî rastiya zindanan û berxwedana girtiyên siyasî bêdeng bimîne.
Divê gel xwedî li daxwazên girtiyên siyasî derkeve û bikeve nava liv û tevgerê.
Hêzên demokratîk şoreşger pêwîste, têkoşîna demokrasiyê bi pêngava azadiya navneteweyî re bikin yek.
Divê her kesên ku alîgirê demokrasî û azadiyê ne, li ber faşîzmê rabin, xwedî li daxwazên girtiyên siyasî derkevin,
li dijî sîstema tecrîd-êşkencê helwesteke hevpar nîşan bidin û têkoşîna yekbûyî mezin bikin.