HPG’ê nasnameya gerîlayê ku li Mêrdînê şehîd bû, eşkere kir û got: “Hevrêyê me Welat bû nûnerekî girîng ê yekîtiya neteweyî ya gelê me.”
Navenda Ragihandina HPG’ê jî derbarê Gerillayê şehîd Welat de agahî dan û got; Di 6’ê Çileya 2024’an de; me agahî parve kiribû ku di 27’ê Kanûna 2023an de li herêma Bagokê ya Mêrdînê, di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên Gerilla de şer derketiye. Di encama şer de 3 hevriyên Gerilla şehîd bûne.
Di heman daxuyaniyê de, nasnameya hevriyên şehîd Argeş-Ozgûr Ay û Demhat-Îslam Olçay hatibûn eşkere kirin. Hingî jî hatibû diyar kirin ku dema nasnameya hevriyê din yê şehîd eşkere bibe em ê bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin.
Eşkere bû ku hevriyê me yê şehîd Welat-Raman Celal e.
HPGe, ji malbata şehîd û gelê Kurd re sersaxî xwest û nasnameya şehîd wiha eşkere kir.
Raman Celal, bi nasnav Welat Alikî, li Qamişlo ji dyaik bûye, dayik û bav: Mutîa – Lokman, di 27’ê Kanûna 2023an de li Mêrdînê şehîd bû.
Hevrê Gerilla Welat li bajarê Qamişlo, dinava malbateke welatparêz de ji dayik bû.
Malbata hevrê Gerilla Welat, bi eslê xwe ji koçerên Sêrtê ye, piştî ku bi salan li Nisêbînê ma, neçar ma koçî Qamişloyê bike.
Hevrê Welat, hina di zarokatiya xwe de Tevgera Azadiyê nas kir.
Di ciwantiya xwe de, dinava têkoşîna Şoreşa Azadiya Rojava de cih girt. Di şerê li dijî çeteyên DAIŞê de, li Rojava û Şingalê têkoşîn kir û di sala 2013an tevlî nava refên Gerilla bû.
Hevrê Gerilla, di dema Berxwedana Serdemê ya Rêveberiya Xweser de, derbasî Bakurê Kurdistanê bu û êtêkoşîn kir.
Hevrê Gerilla Welat piştî demekê derbasî herêma Bagokê bû, bi coş û kelecanek mezin li dijî hêzên dagirker têkoşîn kir..
Hevrê Welat di êrîşa dijmin ya 27’ê Kanûna 2023an de li herêma Bagokê bi hevrê Gerilla Argeş-Ozgûr Ay û Demhat-Îslam Olçay re berxwedaneke destanî pêş xist, heta nefesa xwe ya dawî li dijî dijmin şer kir û tevlî karwanê Nemiirên Kurdistanê bû.