Emîne Şenyaşar, diyar kir ku li Rihayê li dijî wê doza “heqareta li karmendekî cemaweriyê” kiriye hatiye vekirin û got, Ez çûme Rihayê û min îfade da û vegeriyam. Yên ku sûc dikin li derve digerin, lê ji bo îfadeyê gazî min dikin.

Em sê-çar rojan carekê diçim dadgehan. Bila kesên sûc kirine bên girtin. Çima wan nagirin? Dema ew digerin, kurê min di girtîgehê de ye. Ez edaletê dixwazim, deriyên wezaretê kilît dikin. Hemû zarokên min kuştin, bila vî kurê min bihêlin. Heta ku kurê min bê berdan ez ê tu carî ji vir neçim.

Emîne Şenyaşar deriyê Wezareta Dadê îşaret kir û got; Binêrin derî li me girtin. Hema em digihîjin vir, deriyan kilît dikin û xwe vedişêrin. Ev dewlet e, yan desthilardarî ye, min fêhm nekir.

Piştî çalakiyê Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re çûne Meclisê.