Mehmet Yildirim, di sala 1979’an de li gundê Nenyas yê navçeya Licê i dayik bû, weke zarokê malbateke welatparêz bi rastiya Rêbertî mezin bû.
Şehîd Mehmet di mercên giran ên sala 1990’î de weke welatparêzekî ciwan dest bi karên rêxistinê kir. Lê ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve di sala 1999’an de hate girtin.
Piştî 7 salan ji girtîgehê derket karê rêxistiniyê domand, Lê car din hate girtin û 3 salên din li girtîgehê ma.
Di sala 2009’an de ji girtîgehê derket ûzewicî. Lê têkoşîna azadiyê jî domand.
Tevî ku bavê 4 zarokan bû, tevlî karên rêxistinê bû.
Hevalê Mehmet li pêş çavên zarokên xwe, malbata xwe teslîmî dijmin nebû û şehîd bû.
Mehmet Yildirim, lehengû Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û digot; Divê gelê me, ciwanên me şehîdan rast fêhm bikin. Divê têkoşîna şehîdên me bê mezinkirin, xwîna wan li erdê nemîne.
Rêber Apo jî dibêje, “Mirin her tim heye, dibe ku em pênc salan zêde, pênc salan kêm bijîn. Ji xwe rêya me hinekî rêya nemiran e. Mirinên herî nebaş, ya jî mirina ku li me tê ferzkirin mirin bi xwe ye. Nemirîn jî ew jiyan e ku PKK ferz dike. Em şehadeta vê rêyê her tim weke hêza fermandariya jiyanê dinirxînin. Ji bo me şehadet çavkaniya jiyanê ye. Me hewl dan bibin berdevkê şehîdan, wesiyeta wan bi cih bînin û bi vî rengî em xurt bûn. Ev yek ji bo her kesî derbas dibe. Berdevkiya şehîdan, bicihanîna wesiyeta wan ji bo me sedema hebûna jiyana me ye.”