Şervanê QSD’ê Mezlûm Welîd Osman, bi nasnav Qehreman di 1ˊê Hezîranê de li Hesekê dema li ser erka xwe bû şehîd bû.
Girseya gel cenazeyê Şehîd Qehreman birin gorîstanê.
Piştî rêzgirtinê, endamê Meclîsa Leşkerî ya Helebê Hemze Heleb axivî û got:
Hilbijartinên Rêveberiya Xweser ragihandina li ser bingeha demokrasiyê ne û li Sûriyeyê hîna nebûne.
Dewleta Tirk bi armanca têkbirina hilbijartinan êrîşî herêmê dike.
Piştre, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Valatîna Ebdo jî axivî û got:
Divê em bi rêya nirx û rêgezên şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin, da ku hêviyên şehîdan pêk bînin.”
Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.