Konfederasyona Civakên Kurdistanî li Elmanyayê (KON-MED) bertek nîşanî desteserkirina Şaredariya DEM Parti ya Colemêrgê da û bang li gel kir ku wek mînaka Wanê bi riyên demokratîk heta ku mafên xwe bi dest bixin li qadan bin.

Di daxuyaniya li ser navê hevserokatiya KON-MED’ê de hat gotin:

Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê polîtîkayên xwe yên qeyûman didomîne.

Siyaseta qeyûman encama israra rejîmê ya di şerê pirsgirêka Kurd de ye.
Li hemberî rewşeke bi vî rengî ya giran divê hêzên demokratîk ên Kurdistan û Tirkiyeyê bibin yek û dawî li van pêkanînan bînin.

Ev rejîm ne tenê li Bakurê Kurdistanê vê dike. Hema bêje her roj êrîşên hewayî li ser Rojava jî pêk tîne û gelê me qetil dike.

Li ku dibe bila bibe divê gelê me li dijî vê ferasetê li qadan be û bi rêyên demokratîk bertekên xwe nîşan bide.

KON-MED’ê got:

Polîtîkayên durû yên dewletên Ewropayê hê zêdetir hêz dide AKP’ê.
Wekî KON-MED’ê em bi awayekî vekirî bang li partiyên siyasî yên Elmanyayê û raya giştî ya Elmanyayê dikin, Îro roja hevgirtina ji bo demokrasî û vîna gelan e.

Em bang li hemû rêveberiyên federasyonê, di serî de meclîsên xwe û hemû pêkhateyên KON-MED’ê dikin ku demildest li qadan di asta herî jor de bertek nîşan bidin.”