Çalakiya nobetê, ku duh bi şev li dijî desteserkirina vîna gel ya li Colemêrgê dest pê kir dewam dike.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û parlamenter di çalakiya nobetê de cih girtin.

Polîsan, bend danîn ser riyên sereke yên bajêr û riya diçe şaredarîyê jî girtin.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalan, astengiyên polîs şermezar kir û got:

Nahêlin em biçin qada çalakiyê. Vîna gel bi awayekî bêhiqûqî hatiye desteserkirin.

Me xwest em weke şandeyekê biçin, lê nahêlin.

Em vê bêcîddiyetê qebûl nakin û em banga xwedîderketina li vîna gel dikin.”

Hat diyar kirin ku wê îro jî li Colemêrgê çalakiyên curbecur werin kirin.

Siyasetmedarên Kurd jî ragihandin ku ew ê beşdarî danişîna Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ya li Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bibin.

DEM Partiya Colemêrgê, diyar kir ku ew ê îro, di dema danîşîna Mehmet Siddik Akiş de, daxuyaniyek girseyî bidin û bang li gel kir ku destekê bidin daxuyaniyê.

Tê payîn ku îro Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî biçe Colemêrgê.