Siyasetmedar û rewşenbîrên Spanya, Swîsre, Elmanya û Hollandayê, binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û erkdarkirina qeyûm şermezar kirin.

Raportorê Tirkiyê yê YE Nacho Sanchez Amor, got:

Ev kiryar êrîşeke eşkere ya li dijî rêgezên demokratîk û binpêkirina îradeya gel e.

Ev kiryar, riya endamtiya Tirkiyê ya YE ji holê radike.

Serokê Koma Dostaniya Tirkiye-Elmanya û endamê Partiya Kesk Max Lucks jî got;

Di hilbijartinên dawî de gelê Colemêrg namzetê DEM Partiyê wekî şaredar hilbijart.

Ev demokrasî ye. Ji kar dûrxistin jî ne demokrasî ye.

Em li gel Mehmet Siddik Akiş in, em li gel hemû demokratên Tirkiyê ne.

Endama Koma Çep a PE Ozlem Alev Demîrel jî got;

Erdogan careke din rêz li îradeya gelê Kurd û encamên hilbijartinê negirt.

Şaredarê Colemêrgê yê hilbijartî îro ji wezîfeyê hat dûrxistin û li şûna wî qeyûm hat tayînkirin.

Divê ev bêhiqûqiya dewletê neyê qebûlkirin.

Endama Partiya Çepa Kesk ya Hollanda, ya li PE Katî Pîrî jî got;

Erdogan bawer dike ku hûn dengê xwe bidin partiya wî, demokrasî heye.

Du meh berê gelê Colemêrgê şaredarê Kurd Mehmet Siddik Akiş hilbijart.

Girtina wî û şandina qeyûmê li şûna wî, ne demokrasî ye.”

Partiya Ekolojîk a Çep a Swîsre ya Baselê, peyamek da û got;

Îro, Hevşaredarê Colemêrg yê hilbijartî Mehmet Siddik Akiş hat binçavkirin.

Desthilatdariya AKP/MHP’ê dixwaze pergala desthilatdariyê bi darê zorê bidomîne.

Ev ji bo hemû partiyên muxalefetê û ji bo demokrasiyê metirsînî ye.

Nivîskar Anja Flach û nivîskar Martîn Glsenapp jî gotin;

Desthilatdariya Tirk, Hevşaredarê Kurd yê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş, ji wezîfeyê girt û li şûna wî waliyê Erdogan, hat danîn.

Ev siyaseta antî demokratîk, piştî hilbijartinên 2019’an li Tirkiyê kiribûn partîkê, Kiryarek faşîzan e û nayê qebûl kirin.

Em DEM Partî destek dikin.