Rojnamevan Zekî Berdan, derbarê êrîşên dewleta Tirk de nirxandinek kiriye û dibêje;

Dewleta Tirk vê carê jî, ji ber hilbijartinên şaredariyên li Bakur û Rojhilatê Sûriye gefan dixwe.

Rojnamevan Zekî Berdan, pirsa “Hilbijartinên şaredariyan çima li ser Tirkiyê gef bin?” dike û wiha dewam dike;

Li holê çek nîne, şer nîne, êrişek li ser cihekî nîne.

Gel li van herêman bi salan e xwe bi rê ve dibe.

Herêmên ku di têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de hatin rizgarkirin ewle kirin û karên xwe yên rojane meşandin.

Ji van deveran êrişek li ser Tirkiyê nîne.

Piştî ku bi pêşengiya Kurdan li dijî DAÎŞ’ê berxwedan hate kirin, rêveberiya Erdogan ji vê yekê gelekî aciz bû.

Dewleta Tirkiyê, bi gotina ‘Em ê nehêlin dewleteke terorê bê avakirin’ dikin û êrîşan dikin.

Ya balkêş ew e tu komên terorê heta îro li cîhanê hilbijartin ne kirine.

Cîhan jî li hemberî gotinên Erdogan û dewleta Tirk matmayî dimîne û dipirsin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriye civakên cûda, bi hev re dinava aştiyê de dijin, gelo armanca Tirkiyê çiye?

Bersiva van pirsan jî wiha ye; Ya ku dewleta Tirk, Erdogan û Bahçelî dike nava tirsê, Rêveberiya Xweser û demokrasiya gelan e.

Mejiyê wan bi jehrî bûye û demokrasî qebûl nakin.

Her dem behaneyekê dikin û derdê wan jî hebûna Kurdan e.

Heta ku Kurd tine nebin wê ranawestin.

Vê jî venaşêrin.

Divê rêveberiya xweser, saziyên wê, partî vê dijminatiyê û van êrişan ji gelên cîhanê re vebêjin.

Divê gel jî tevlî hilbijartinê bibe û hilbijartin jî bibe bersiva van êrîşan Ji bo hilbijartinê demeke kurt ma.

Pêwîstî bi atmosfereke seferberiyê heye.