Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê, ji bo 5ê Hezîranê Roja Ekolojî ya Cîhanê daxuyaniyek da û got;

Di nava 52 salên derbasbûyî de qirkirina ekolojîk zêde bû.
Bi taybetî dewleta Tirk li cografya Kurdistanê qirkirina ekolojîk ya giran dike.

Ev qirkirina giran bi destê desthilatdariya AKP-MHP’ê tê kirin û dewama qirkirina çandî û fîzîkî ye.

Armanca wan jî ew e ku Kurdistanê vala bikin û nifûsa wê biguherînin.

KCKê destnîşan kir ku dewleta Tirk ji Efrînê heta bi Behdînanê, ji Botanê heta bi Serhed û Rojhilat komkujiyên ekolojîk li seranserê cografya Kurdistanê belav kiriye.

Dewleta Tirek ne tenê li ser Kurdistanê û gelê Kurd, di heman demê de bi şer, bê av hiştin û encamên xwe gefê li hemû gelên herêmê dixwe.

Bi armancên faşîst û qirker, bi qirkirina ekolojîk bajarên Kurdistanê têne dorpêçkirin û yekparebûna cografî tê tinekirin.

Bi bendavên ku cografya Kurdistanê parçe dikin, ji Rihayê heta bi Botan û Serhedê bi Santralên Enerjiyê yên Rojê (GES), bi herêmên nû yên lêgerîna li petrolê, bi polîtîkayên dijberiya çandiniyê, madenkarî, talankirina daristanan, bi şerê giran, operasyonên leşkerî û bi bombardûmana bênavber Kurdistan di bin êrişên giran ên dagirkeriyê de ye.

Bajarê dîrokî Heskîf ku dibinê avê de hate hiştin mînaka vê ye.

Qirkirina ekolojîk di heman demê de êrişek li ser paradîgmaya ekolojîk a Tevgera Azadiyê ya Kurd e.

LI Rojava jî, dar û genim ku çavkaniya debara gel e, tune dikin, dest datînin ser avê.

Qirkirina ekolojîk bi rojên sembolîk nikare bê rawestandin.

Divê cihên qirkirinê bibin çeperên têkoşînê. Mîna li Akbelen û Colemêrgê, çalakiyên li dijî madenên ku jehrê didin jiyanê divê zêde bibin. Her devera Kurdistanê ya ku qirkirina ekolojîk lê tê kirin divê veguhere çepera têkoşînê.

Li pêşberî xwezayê ku bi milyonan salî cîhan amade kir û dayiktî ji me re kir, li pêşberî dîrokê, li pêşberî nifşê paşerojê berpirsyariyên me hene.

Li xaka Kurdistanê ku şoreşa çandiniyê lê hate kirin, li pêşberî wan mirovên ev nirx afirandin, li pêşberî gelan hemûyan berpirsiyariya me heye.

KCK’e herî dawî got; Dayika me ya xwezayê ku bi hezaran salî mirovahî xwedî kir, ji bo jiyanê û parastina mirovahiyê li benda me ye, li benda têkoşîna me ye. Ji bo paşerojeke azad em têkoşîna ekolojîk mezin bikin! Ne rojekê em her rojê bikin roja ekolojiyê, jiyana ekolojîk ava bikin!”