Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê piştî çalakiya greva birçîbûnê ya ji 27’ê mijdara 2023’yan heta 4’ê nîsana 2024’an dom kir, ji 4’ê nîsanê ve çalakiya xwe ya boykotkirina hevdîtinan û çûna dadgehan didomînin.
Çalakî di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî de bi dirûşma ‘Bi rêberê xwe re jiyana di heman şertî de’ di roja 192’yan de didome.
Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê Çîgdem Kozan tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û çalakiya girtiyan nirxand.
Çigdem Kozan bal kişand ser rewşa li İmraliyê, destnîşan kir ku dema mirov li girtîgehên din ên Tirkiyeyê dinêre, tu girtîgehên ku parêzer 4 salan nekarîne bikevinê tune ne û got:
“Li tu devera cîhanê girtîgeheke mîna Girtîgeha Îmraliyê nîne.. Birêz Ocalan û girtiyên pê re ev 4 sal in nikarin bi parêzer re hevîtinê bikin. Girtiyên din tînin ziman ku divê mirov li dijî vê bêdeng nemînin.”
Parêzer Çigdem da zanîn ku hema li temamê girtîgehên girtiyên siyasî lê tên girtin çalakî didomin û got:
Girtî diyar dikin ku çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêya demokratîk di Îmraliyê re derbas dibe. Li hin girtîgehan tevî ku cezayê hucreyê li girtiyan nehatiye birîn jî wan dixin hucreyê û got:
“Tişta ku bi lezgînî divê were ewe ku tiştên li Îmraliyê diqewimin bandorê li her derê dike. Bi dawîkirina pêvajoya tecrîdê daxwaza herî zelal a girtiyan e. Em jî weke OHD serlêdanên hiqûqî dikin.