Rêvebera Komeleya Hiqûqnasan baskê Stenbolê parêzer Necla Mizgîn Argiş, diyar kir ku bi taybetî li ser civaka Kurd tecrîdeke giran heye û got;
Vê polîtîkayê li Girava Îmraliyê destpêkir û li ser civak û girtîgehan bela bû.
Prz. Mizgîn Argiş destnîşan kir ku demeke dirêj e agahî ji Birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim nayê girtin û got;
Girtiyên siyasî, li dijî vê kiryara ku sînorên tecrîdê jî derbas kirine dest bi çalakiyê kirin.
Çalekiya girtiyan, di heman demêde parçeyek ji têkoşîna xwegihandina heqîqetê ye.
Girtî destnîşan dikin ku hemû beşên civakê divê li pêşberî vê têkoşînê bêdeng nemînin, kiryarên ku li Imraliyê dibin qebûl nekin.
Ji ber ku tiştên li Imraliyê û girtîgehan têne kirin, tenê bi mafên mirovan sînordar nînin.
Desthilatdariyê, bi taybetî Wezareta Edaletê jî, heta niha gaveke şênber neavêtine.
Prz. Mizgîn Argiş got; Divê civak çalekiya girtiyan weke parçeyek ji têkoşîna avakirina civakek azad û nû bibîne û helwestê nîşan bide.
Çalekiya girtiyan, hewldana gihiştina heqîqetê ye.
Yanî, têkoşîna li dijî tecrîdê, mijareke pir alî, hiqûqî, siyasî û sosyo-psîkolojîk e.
Eger civak vê rastiyê bibîne û destekek xurt bide girtiyan, Hingî wê desthilatdarî jî, Wezareta Edaletê jî mecbur bimînin ku çareseriyek mayinde peyda bikin.