Koordînasyona KJK’ê di salvegera 28mîn ya şehadeta Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan û şehîdên meha Hezîranê daxuyaniyek da.

KJK hemû şehîdên azadiyê bibîranîn û got;

Meha Hezîranê di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê de xwedî wateyeke dîrokî ye.

Meha Hezîranê ‘Meha Fedaiyan’ e û vê pengava destanî, di 30’ê Hezîrana 1996’an de, li Dersimê bi şehîd Zilan dest pê kir.

Hevrê Zîlan, li dijî hewldana êrişa li ser Rêber Apo, bi çalakiyeke mezin nîşanî cîhanê da ku destên qirêj yên dirêjî Rêber Apo dibin wê bê şikandin.

Hevrê Zîlan bi gotinên beriya çalekiya xwe ya destanî jî ev heqîqet destnîşan kir û riya jiyana azad û serketinê nîşan da.

Çalakiya hevrê Sema Yuce, di 21’ê Adarê de bû xeleke duyemîn ya hêza jiyanê û serketina jinê.

Piştre hevrê Fîkrî Baygeldî li pêşberî çalakiya hevrê Sema got, ‘Hevrê Sema fermandara min e û bi vê çalakiya xwe ez ê bibim leşkerekî jina Kurd a fermandar’.

Bi vî rengî rûyê herî şênber yê hevrêtiya bi jinê re nîşan da û çalakiya fedaî kir.

Koordinasyona KJKê. çelekî û şehadetên rêhevelên canfeda yên Apoyî ku di meha Hzîranê de destan nivîsin rêz kirin û got; Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû, bingeha rihê esasî yê agirê şoreşa ku îro di lutkeya herî jor de hatiye pêxistin.

Ev agir bû rihê, jinên Êzîdî ku li dijî zilma çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîn kirin.

Ji fermandarên pêşeng yên Tevgera Azadiya Jinê, endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî ku 23’ê Hezîranê şehîd bû û jinên leheng yênku li Serhedê, Zagrosan, Herêmên Parastina Medya têkoşîn kirin û mohra xwe li sedsalê dan bûne pêşengên me.

Bi vê fedekariya mezin, Jina Kurd pêşengiya Şoreşa Rojava kir.

Ji ber vê yekê jî, jina Kurd bûye aramcna dewleta Tirk a qirker û faşîst.

Endama Meclîsa PAJK’ê Bêrîvan Zîlan, Hevrê Raperîn Amed, Hevala Şehristan Asmîn û bi sedan lehengên jin yên YJA Satrê, ku di meha Hezîranê de, li Zap, Metîna û Avaşînê li her qada berxwedanê bi lehengiyên destanî têkoşîn kirin û tevlî nava Karwanê nemirên Kurdistanê bûn.

Wekî Rêber Apo diyar kiriye, dilsoziya xwe ya bi şehîdan re dubare tînine ziman dibêjin. Em weke KJK’ê em ê bi ruhê fedaîtî û di riya şehîdên xwe de têkoşînê bikin û em ê bîrnaina wan bi serketinê tacîdar bikin.