Li Êlihê li ber şaredariyê çalakiya hatiye destpêkirin, bi tevlîbûna rêveberên DEM Partî û DBP, nunerên rêxistinê civakê dewam dike.
Li Sêrtê jî, çalakiya nobetê ya li ber şaredariyê di roja sêyemîn de dewam dike.
Giresya gel, beriya çalakiyê li Taxa Gap hatin gel hev, çûn serdana esnafan.
Parlamentera DEM Partî Sabahat Erdogan Sartaş, polîtîka qeyûm vegot û her kes vexwendê ber şaredariyê.
Çalekiya Nobetê, li navçeyên Sêrtê Misirc û bajroka Ziyaret ya Hawêlê jî dewam dikin.
Li Edenê jî bi pêşengiya DEM partiyê li Parka Înonu çalakiya nobetê hat pêkanîn.
Polîsan bariyer danîn û avahiya DEM Partiya Edenê dorpêç kirin.
Tevî astengiyan jî girse li parka Înonu hatin gel hev û çalakî pêk anîn.
Li Şirnexê navçeyên Cizîr, Sîlopî, Hezexê çalakiyên nobetê di roja sêyemîn de dewam dikin.
Li Îzmîrê, Dilokê, Mêrdînê jî çalekiyên nobetê dewam dikin.
Li navçeyên Mêrdînê, Qoser, Dêrik, Şemrex, Nisêbîn, Kerboran û Artuklu jî, nobet dewam dike.