Bi armanca şikandina pergala tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo 10’ê Cotmehê 2023’yan pêngavek hate despêkirin.

Pêngava “Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, Ji pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku ji aliyê dostên gelê Kurd ve hatî ragihandin her ku diçe mezin dibe.

Senator, parlamenter, akademîsyen, parêzer, sendîkavan, nivîskar, rojnamevan û serokên partiyên siyasî jî di nav de bi mohra 61 kesan nameyek ji CPT re hate şandin.

Sekreterê Neteweyî yê Partiya Komunîst a Fransayê, Sekreterê Yekemîn ê Sosyalîst, gelek parlamenter û senatorên çepgir û hawirdorparêz jî mohra xwe danîn binê nameyê.

Di nameyê de ji CPT’yê tê xwestin ku bi awayekî lezgîn li dijî tecrîdê bi erk û berpirsiyariyên xwe rabe.

Nûnerên civaka sivil a Fransayê di nameyê de wiha dibêjin:

Em; siyasetmedar, sendîkavan, komele û akademîsyen, dixwazin bala CPT’î bikişînin û bang li we bikin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

Lîderê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê bi milyonan Kurdan ve weke nûnerê siyasî yê rewa tê dîtin, ev 39 meh in ti agahî jê nayê girtin.

Bi awayekî dij-qanûnî, nahêlin Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne.

Û ev bang li CPT’yê tê kirin:

Em ji we daxwaz dikin ku weke CPT demildest bikevin nava tevgerê.

Di nameyê de xala 3. a rêgeza Konseya Ewrupayê jî tê bibîrxistin û wiha didome.

Em ji dil ji we dixwazin ku ji bo dîtina Birêz Ocalan û kontrolkirina rewşa wî ya tenduristiyê heyetekê bişînin Girava Îmraliyê û berpirsyariya xwe tavilê bi cih bînin.

Eger hûn Tirkiyeyê, Konseya Ewropayê û CPT’ê teşwîq bikin da ku destûr bidin malbat û parêzerên wî serdana wî bikin, em ê pir kêfxweş bin.

Ev yek wê Tirkiyeyê teşwîq bike ku meseleya Kurd jî bi rengekî aştiyane çareser bike.