Endamê HPG’ê Hatem Ozdemîr li navçeya Makû ya bi ser bajarê Ûrmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ve ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve dîl tê girtin.

Bi îdiaya “li dijî dewletê îsyana çekdarî kiriye” cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Nayê zanîn ku wê ev biryar der barê Ozdemîr de bê sepandin.

Dîrektorê Komeleya Mafên Mirovan a Îranê (Iran Human Rights NGO) Mahmood Amiry-Moghaddamdiyar kir ku biryara darvekirinê tenê bi zexta civakî dikare were sekinandin.

Da zanîn ku ji bo ku Ozdemîr hemwelatiyê Tirkiyeyê ye, Îran ji bo wî bi darve bike tu astengiyan li pêşiya xwe nabîne.

Moghaddam anî ziman ku Îran hema bêje her sal kesên ne hemwelatiyên Îranê bi darve dike û di serî de jî hemwelatiyên ji Afganistan, Pakistan û Iraqê. Di sala 2006’an de jî Îranê 3 hemwelatiyên ji Tirkiyeyê ji ber sûcdariya tiryakê bi darve kirin.

Amiry-Moghaddam destnîşan kir ku ji bo wan mafê jiyanê beriya her tişî ye û ew dixwazin Hatem Ozdemîr, li şûna ku bê darvekirin radestî Tirkiyê bikin ku lê cezayê darvekirinê tune ye.

Amiry-Moghaddam diyar kir ku ew li bendê ne ku Tirkiye ji bo paşde şandina Ozdemîr fişaran li Îranê bike û hikûmeta tirk ji parastina mafên hemwelatiyên xwe berpirsiyar e.

Dîrektorê mafên mirovan Amiry-Moghaddam destnîşan kir ku divê kes li dijî biryara darvekirinê bêdeng nemîne, tişta ku dikare darvekirinê bide sekinandin, zexta siyasî û civakî ya li ser hikûmeta Îranê ye.

Amiry-Moghaddam her wilha da zanîn, heke ne ji hilbijartina li Îranê bûya wê hin bêtir darvekirin pêk bihatana û ji ber hilbijartinê pêvajo ji piştî hilbijartinê re hatiye hiştin.

Got: Niha guman ewe ku piştî hilbijartinê hê bêtir biryarên darvekirinê bên dayîn.