HPG’ê li ser şehîdên Avaşînê daxuyanî da, ew bi bîr anîn û soza bicihanîna armanca wan da.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“7’ê Hezîrana 2020’an di êrîşa dijmin a li herêma Avaşînê de, milîtanên Apoyî yên hêja Serxwebûn, Şerker û Xemgîn şehîd bûn.
Di salvegera şehadeta wan de em hevrêyên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re dubare dikin.
HPG’ê got:
Hevrêyên me Serxwebûn, Şerker û Xemgîn ji bo azadiya gelê me ji Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê berê xwe dan çiyayên azad ên welatê me û di nava refên PKK’ê de hatin ba hev, nasnameya şehîdan jî wiha eşkere kir:
İrfan Ayhan bi nasnav Serxwebûn Sêrt, navê dayik Gulistan navê bav Fikrî li Sêrtê ji dayik bûye, 7’ê Hezîrana 2020’an li Avaşînê şehîd bû.
Bextiyar Abdullah bi navsnav Şerker Botan, navê dayik Kafiya navê bav Abdullah li Silêmanî ji dayik bûye, 7’ê Hezîrana 2020’yan, li Avaşînê şehîd bû.
Mahîr Xerîb bi nasnav Xemgîn Amûdê, navê dayik Aliya navê bav Mahmud li Amûdê ji dayik bûye, 7’ê Hezîrana 2020’yan, li Avaşînê şehîd bû.
Li ser jiyan û têkoşîna her sê şehîdan jî HPG’ê ev nirxandin kir:
Hevrêyên me Serxwebûn li navçeya Berwarî ya Sêrtê di nava malbateke welatparêz de hate dinê û mezin bû, pir zû rastiya dijmin nas kir.
Di sala 2013’an de ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me di pêvajoya li Zapê de, xwe weke leşkerî û îdeolojîk pêş xist û bû gerîlayekî azadiyê yê pispor.
Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di 2014’an de derbasî Kobanê bû û beşdarî berxwedana dîrokî bû.
Di sala 2017’an cardin berê xwe da çiyayên azad.
Bi saya asta tevlîbûna xwe ya heyî û lêhêrbûnên xwe yên têkildarî şerê gerîla ya demê nû, derbasî herêma Avaşînê bû.
Weke endamekî fermandariyê di nava têkoşîna me de şopa xwe hişt.
Hevrêyê me Serxwebûn 7’ê Hezîrana 2020’an di êrîşeke dijmin de şehîd bû.
Hevrêyê me Şerker li bajarê Silêmaniyê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû.
Di temenê xwe yê biçûk de şahidî ji Komkujiya Enfalê re kir, di wan rojan de dest bi naskirina rastiya Kurdistanê û dijmin kir.
Hevrêyê me zû hînê rastiya ku Kurdistan ji aliyê 4 dewletên mêtinger ve hatiye dagirkirin bû.
Ji ber helwesta Rêber Apo ya ku bingeha hemû azadiyan, bi azadiya civakî ve girê dide bandor bû, di heman demê de hem ji Kurdistanê û hem jî ji karakterê gerdûnî yê partiya me PKK’ê bandor bûye.
Bi taybetî berxwedana destanwarî ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li herêmên Başûrê Kurdistanê û Rojava ku bi pêşengiya Partiya me li ser esasê xeta fedaîtiyê li dijî dagirkeran hat meşandin bandorek mezin ava kir.
Hevrêyê me di sala 2016’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji Qendîlê tevlî nava refên gerîla bû.
Piştre derbasî herêma Avaşînê bû, bi kesayetiya xwe ya durust, girêdana bi nirxên me yên neteweyî, li ser bingeha pîvanên milîtaniya Apoyî re bû milîtaniyeke mînak ê PKK’ê.
Emê bîranîna hevrêyê me Şerker ê 7’ê Hezîrana 2020’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû, li Kurdistana azad zindî bihêlin.
Hevrêyê me Xemgîn li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû.
Ji ber welatparêziya malbata xwe û tevlîbûna ji derdora xwe ya nêz a li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hîn di zarokatiyê de nas kir.
Di sala 2012’an de bi pêkhatina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re weke ciwanekî şoreşger tevlî nava kar bû.
Di salên 2014-2015’an de ku êrişa çeteyan a li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava destpê kir, beşdarî nava yekîneyên berxwedanê bû, milîtanên Apoyî nas kirin.
Di sala 2016’an de beşdarî nava refên gerîla bû. Piştî ku demekê li herêma Garê ma derbasî herêma Avaşînê bû, li vê derê bi rengekî çalak tevlî pratîkê bû.
Di çalakiyên li herêma Avaşînê yên li dijî dijmin de û encamên girîng de, keda hevrêyê me Xemgîn hebû.
7’ê Hezîrana 2020’î tevî hevrêyên me Serxwebûn û Şerker dema ku li ser erka xwe bû, di dêrişa dijmin de şehîd bû û têkoşîna xwe di asta herî bilind de temam kir.
HPG’ê dilsoziya bi têkoşîna şehîdan û anî ziman û soza bicihanîna armancên şehîdan dubare kir.